TEV-DEM′ê li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker bang kir

TEV-DEM′ê bang li pêkhateyên herêmê kirin ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin û got: "Em berxwedanê bilind bikin û li hemberî êrişan hevgirtina xwe xurt bikin."

TEV-DEM′ê li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker bang kir
5 cotmeh, 2023   14:22

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi nêzîkbûna salvegera 25′emîn a komploya navneteweyî têne kirin. Komplo bû sedema êş û azaran civakn û berdewmiya şeran. Bi vê yekê dixwazin siyasetên xwe yên karesatî yên qirkirina gelan pêk bînin û dewleta Tirk ji bo vê mîsoyona xeternak hat erdkarkirin. Sûdên ji bêdengiya navneteweyî ya plankirî digirin û êrişên xwe li dijî îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta dagirker êrişan li dijî îradeya pêkhateyên me yên ku bi hev re dijî pêk tîne. Me bi berdêlên giran û bi berxwedaneke dîrokî ya serdemî herêmên xwe ji terora DAIŞ a cîhanî rizgar kirin da ku di aştî û hezkirin de, ne di şerê wêranker de bijîn.

Dewleta dagirker a faşîst ku xwediyê yekemîn ê rêxistina terorîst e, hewl dide bi derewan  civaka navneteweyî bixapîne da ku şer, xirabkirin, wêrankirina gel û welatan rewa nîşan bide. Îro dîsa êrşî îradeya me dike, binsaziya herêmên me yên ewle dike hedef, hemû rêbazên leşkerî yên terorîst li dijî civak û pêkhateyan bi kar tîne, dikuje, wêran dike, komkujiyan dike û ewlehî û istiqrara herêmê dike hedef.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê, Yekitiya Ewropa, rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên exlaqî bi cih bînin, tavilê destwerdanê bikin û biryara rawestandina êrişên barber ên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bidin. Eger êrişê neyên rawestandin dê encamên wê li ser li ser gelemperiya herêmê xeternak û karesatî bin.

Her wiha em bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî partiyên siyasî yên nîştimanî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin, ciwan û tevgerên çandî dikin tevî çalakiyan girseyî bibin û bêdengiya siyasî ya navneteweyî ya li dijî gelê me şermezar bikin ku êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî nirx û îradeya me, sazî û navendên me rewa dike. Em asta berxwedana xwe xurt bikin û li hemberî her êrişan hevgirtina xwe xurt bikin."

(bb)

ANHA