Koçberên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê çalakî li dar xistin

Di salvegera 4′emîn a dagirkirina Serêkaniyê de, li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li Hesekê çalakiyên konvedanê hatin lidarxistin.

Koçberên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê çalakî li dar xistin
5 cotmeh, 2023   13:09

Bi nêzîkbûna salvegera 4′emîna dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, rêveberiya kampa Waşûkanî û  kampa Serêkaniyê bi sernavê "Roja vegera li Serêkaniyê" du kon vedan.

Di çalakiya konvedanê ya li kampa Waşûkanî de koçberên kampê, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê û şandeyên ji rêxistinên jinan beşdar bûn.

Endamê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed axivî bêdengiya cîhanê ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  şermezar kir û got, tevahî cîhan binpêkirinan dibînin, lê dengê xwe nakin.

Çalakiya konvedanê ya li kampa Waşûkanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

Di çalakiya konvedanê ya li Kampa Serêkaniyê jî şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk, PYD û saziyên sivîl beşdar bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê Farûq Tozo axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Serokê Saziya Olî ya Hesekê ya girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Elî got: "Ji ber dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve me salên zor û zehmet dîtin.′′

Mihemed Elî di dawiyê de banga garantiya vegera ewle ya koçberan li warê xwe kir.

Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dawî bû.

Di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker derdora kampa Waşûkanî bombebaran kir.

(bb)

ANHA