′Armanca dewleta Tirk ji êrişan krîza xwe ya hundirîn derxe derve′

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bang kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin û got dê ev êriş bandorê li operasyonên QSD′ê û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî şaneyên DAIŞ′ê bikin.

′Armanca dewleta Tirk ji êrişan krîza xwe ya hundirîn derxe derve′
5 cotmeh, 2023   11:49

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine, avahiyên stratejîk û xizmetguzarî hedef girtin, di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman got di çarçoveya siyaseta dijminatiyê ya dewleta Tirk a dagirker û siyasetên dijberiyê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dewleta Tirk a dagirker êriş û sûcan dike.

Omsan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî avahiyên stratejîk dike, welatiyên hedef digire û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.

Hisên Osman ev kiryar û sûc şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember van êrişan bisekinin û bi dawî bikin û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi armanca krîzên xwe yên hundirîn derxe derve van êrişan pêk tîne."

Hisên Osman di dawiyê de bang li saziyên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, van binpêkirin û êrişên bênavber bi dawî bikin. Ji ber ku ev êriş bandoreke neyênî ya mezin li ser operasyonên QSD′ê û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî şaneyên DAIŞ′ê dike.

(fr)