Dewleta Tirk a dagirker 11 dever bombebaran kirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ku ji bo siyaseta xwe ya qirkirinê li hincetan digire, ji serê sibeha îro (5 cotmeh 2023) ve 11 deverên Herêma Cizîrê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker 11 dever bombebaran kirin
5 cotmeh, 2023   09:37

Dewleta Tirk ku dest ji plana xwe ya dagirkirina herêmên Rêveberiya Xwesar a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bernedaye, her tiştekî dike sedema êrîşên nû. Piştî çalakiya fedayî ya ku gerîlayên HPG’ê li Enqereyê pêk anî bû, rayedarên dewleta Tirk a dagirker bêyî ku belgeyek nîşan bide, îdîa kir ku gerîla ji herêmên xweser hatine û dest bi êrîşan kir.

Ji serê vê sibehê ve balafirên dagirkeran gelek dever bombebaran kirin. Balafirên şer û yên bêmirov ên bi çek li Hesekê mezraeya Mişêrfa Himê, li ser riya Mişêrfa Himê seyareyek, îstasyona Himê, 5 caran derdora Kampa Waşonkanî, gundê Tiwêla yê girêdayî Til Temir, gundê Til Hebeş ê girêdayî Amûdê û bendava li navçeya Çilaxa ya Qamişlo bombebaran kirin.

Di êrîşa li mezraeya Mişêrfa de 3 welatî birîndar bûn. Her wiha ziyana madî pêk hat.   

  1.   

ANHA