Navên birîndarên êrişa li Hesekê hatin aşkerakirin

Nûçegihanên ajansa me navên birîndarên êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî mezreya Mişêrfe Himê ya li bakurê Hesekê belge kirin.

Navên birîndarên êrişa li Hesekê hatin aşkerakirin
5 cotmeh, 2023   09:41

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji Hesekê vê sibehê dane, balafirên dewleta Tirk a dagirker mezreya Mişêrfe Himê ya li bakurê Hesekê ya li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de bombebaran kir.

Di encamê bombebaranê de 4 welatî birîndar bûn û navên wan wiha ne:

Elî Hemo Naso (70), Beşîr Îsa Hemîd (49), Ebdulezîz El Mihemed û Ednan Behro Ebdullah.

Li gorî bijîşkan, rewşa 2 birîndaran giran e.

Dewleta Tirk a dagirker ji duh ve êrişên xwe yên hewayî li dijî herêma Cizîrê zêde kirine û heta niha 10 cihên cuda li herêmê bombebaran kirine; piranî avahiyên xizmetguzariyê ne.

(fr)

ANHA