​​​​​​​Êzidî li ser rêya Hecê ne

Welatiyên Êzidî ji bo ku wezîfeya xwe ya hecê bi cih bînin, li ser rêya Laleşê ne.

​​​​​​​Êzidî li ser rêya Hecê ne
5 cotmeh, 2023   09:33

Gelê Êzidî her sal 6’ê Cotmehê li mezargeha Laleş a li navçeya Şêxan a 40 kîlomtere dikeve rojhilatê bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê wezîfeya xwe ya hecê pêk tînin. Welatiyên Êzidî bi vê mebestê ji 4’ê Cotmehê ve ji gelek aliyan ve ketin ser rêya Laleşê.

Îro 104 kes ji xelkê ola êzidî yên ji herêma Cizîrê û Efrînê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêş Mala Êzidî ya li navçeya Tirbespiyê berê xwe da deriyê Sêmalka da ku biçin mezargeha Laleşê.

Pîrozkirina cejnê di 6′ê Comtehê de dest pê dike û heta 13 rojan dewam dike. Di wê navberê de xelkê berê xwe da Laleşê rêûresmên olî pêk tînin.

(fr)

ANHA