​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê teqezî bi hesabpirsînê ji fesadan kir

Şêniyên Dêrazorê destnîşan kir ku divê hesab ji fesadan û ji kesên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, bê pirsîn. Her wiha dan zanîn ku ew hewldanan nas kirine û dê bi hevgirtina xwe li hemberê bisekinin.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê teqezî bi hesabpirsînê ji fesadan kir
5 cotmeh, 2023   04:35

Vê dawiyê li herêma Dêrazorê hewldanên derxistina fîtneyê derketin holê, nexasim piştî destpêkirina operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Der barê vê mijarê de, Mihemed El Ebdullah ê ji bajarokê Sewr got: "Ev fîtne bi armanca têkbirina aramiya herêmê ne. Em sekna xwe ya li hember van hewldanan nîşan didin, ev hewldan ji aliyê hêzên derve ve û bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk in."

El Ebdullah wiha lê zêde kir: "Em li dijî fîtne û kiryarên terorîst li kêleka QSD'ê ne û heta pêkanîna aramiyê em ê li pişta hêzên xwe bin."

El Ebdullah destnîşan kir ku bûyerên li Dêrazorê ji aliyê ajandeyên derve ve hatin birêvebirin û got: “Bi saya hevgirtina gel û QSD’ê ev plan hatin têkbirin û em ê hesabê ji fesadan bipirsin.”

Ezawî El Herbî yê ji heman bajarokê got: "Em hemû destwerdanên ji derve di serî de milîsên Îranê û dewleta Tirk a dagirker û mudaxeleyên hikumeta Şamê red dikin. Em li kêleka QSD'ê ne ji ber ku wê aramiya herêmê pêk anî û şêniyên herêmê ji bindestiyê rizgar kirin."

El Herbî anî ziman ku bûyerên Dêrazorê bi armanca derxistina fîtneyê di nav eşîran de ne û got: "QSD'ê û gel van planan baş dizane û ew plan têk birin. Em bang li QSD'ê dikin ku xebatên xwe bilind bikin û hesabê ji fesadan bipirsin."

(mh)

ANHA