​​​​​​​Dewleta Tirk careke din êrişî Hesekê kir

Dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî Hesekê kir û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digerin.

​​​​​​​Dewleta Tirk careke din êrişî Hesekê kir
5 cotmeh, 2023   06:33

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî Hesekê kir, lê hîna tu agahiyên der barê êrişî de bi dest neketin.

Nûçegihanan diyar kir ku di van kêliyan de balafirên şer ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digerin.

Vê sibehê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker mezreya Mişêrfa Himê li bakurê Hesekê li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de bombebaran kir, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

(fr)

ANHA