Li Idlibê zarokek hate qetilkirin û 7 kes birîndar bûn

Di topbaranên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Sermîn ê Idlibê de zarokeke hate qetilkirin û 7 kes birîndar bûn.

Li Idlibê zarokek hate qetilkirin û 7 kes birîndar bûn
4 cotmeh, 2023   12:44

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi guleyên obîsan Sermîn ê Idlibê topbaran kir, di encamê de zaroke hate qetilkirin û 7 kes birîndar bûn.

SOHR′ê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê gundên Afis, Meret Aliya yên Idlibê, Mikelbîs, Kefer Teal û Sehra yên rojavayê Helebê topbaran kirin.

SOHR′ê diyar kir ku çeteyên ′Fetih El Mubîn′ derdora Nexşeba ya bakurê gundewarê Laziqiyê hêzên hikumeta Şamê topbaran kir, di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

(fr)