′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′

Xelkê herêma Cizîrê di 2 civînan de diyar kir ku pêwîst e têkoşîn were mezinkirin û di çarçoveya rêzeçalakiyên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de beşdariyeke aktîf hebe.

′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
′Em di çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin′
4 cotmeh, 2023   12:32

9′ê Cotmehê salvegera 25′an a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Bi nêzbûna salvegerê re li Qamişlo û Hesekê civîn ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

Civîn li hola Meclisa Navçeya Til Birakê ya Hesekê hate lidarxistin û tê de bi dehan endamên Kongra Star, endamên sazî, meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Di civînê de endamê SAziya Olê ya Til Birakê Ehmed Xelîl axivî û got ji aliyên navneteweyî û herêmî ve komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin û ji bo naskirina bandor û sedemên wê yên yeker û neyekser divê ev pêvajo were nirxandin.

Di axaftina xwe de Xelîl sînevîzyonek li ser bandor û armancên komployê ji beşdaran re pêşkêş kir.

Piştî sînevîzyon bi dawî bû, Xelîl wiha domand: "Fikra Rêbertî fikreke aştiyane ye û banga jiyana hevbeş dike, maf, ewlehî û îstîqrar vegerin. Ji lew re , ruxmî tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker em bi vê fikrê ve girêdayî ne."

Di dawiyê de Xelîl banga bilindkirina têkoşînê û beşdariyeke girseyî li nava çalakiyên ku Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê li dar bixe, kir.

Dê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 4 çalakiyên mezin di roja destpêka komployê de; 9′ê Cotmehê li 4 navçe û bajarên herêmê; Dêrik, Qamişo, Hesekê û Dirbesiyê li dar bixe.

Li Til Koçer ê Qamişloyê, li hola HPC′ê civîneke girseyî li ser komploya navneteweyî hate lidarxistin.

Di civînê de xelkê navçeyê, endamên sazî, meclisên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û endamên Kongra Star beşdar bûn.

Li wir endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Silêman Ereb li ser armancên komployê axivî û wiha got: "Gelek dewlet beşdarî komployê bûn, da ku vîna gel û pêkhateyên herêmê têk bibin, li kêlek wê jî wan kontrol bikin. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan  li pêş planên wan ên mêtingeriyê û berjewendiyên wan astengiyek e."

Li ser sedemên tecrîdê Ereb wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di fikrên Rêbertî ku bi awayekî lez li cîhanê belav dibe û gelek rewşenbîr û gel xwe dispirinê xeteriyekê li ser hebûna xwe dibîne."

Ereb destnîşan kir ku komplo heta roja îro dewam dike û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siyasetên şerê taybet nîşaneyên dewama komployê li dijî gelên xwe spartine fikrên Rêber Abdullah Ocalan in.

Her wiha Ereb anî ziman ku hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê parçeyek ji planên komployê ye.

Silêman Ereb di dawiyê de got divê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelê herêmê têkoşînê bilind bike

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê çalakiyên curbecur ên têkildarî komployê de tên lidarxistin. Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê jî xwe amade dike ku çalakiyên dayîna daxuyanî, protestor û meşên şermezarkirinê li dar bixe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A8XefjLmA8k?si=Qo6AC30cFA2kgI63" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>