Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir

Xelkê Minbicê û gundewarên cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Ebdulqadir oxir kir û got ew berxwedanê ji bo parastina ewlehî û îstîqrara li herêmê dewam bikin.

Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
4 cotmeh, 2023   12:09

Li goristana şehîdan a Minbicê merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Ebdulqadir li dar xist.

Di merasîmê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Meclisa Leşkerî ya Mınbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîran û bi sedan şênî beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem Cerîd axivî û wiha got: "Rêya me ya azadiya dirêj e, em hemû fedaiyên vê axê ne. Hûn şehîd bi fedakariyên xwe destkeftiyên şoreşa me dinivîsînin. Em li ser soza xwe ne û em ê mîrasa we biparêzin û li ser şopa wan bin."

Efserekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Cuma Ebdulqadir jî axivî û wiha got: "Dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn parêzvanê xak û gelê xwe be û rojekê jî ji bo parastina gelê xwe dudilî nabe."

Dûre hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a MInbicê axivî û got xelkê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe bi biratiya gelan bawer e û dê di oxira parastina ewlehî û îstîqrarê de canê xwe bidin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Salih Ebdulqadir hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA