Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide rêgeza xwetêrkiirnê li ‎gelek qadan pêk bîne. Kargeha Semadê ya Şîn yek ji gavên piştgiriya qada ‎çandiniyê ye û ji cotkaran re rojane 150 ton semad peyda dike. ‎

Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
Kargeha ′ŞÎN′‎‏ ‏a semadê ji bo piştgiriya saktora çandiniyê gavek girîng e
4 cotmeh, 2023   09:21

Pergala pîşesazî û aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê‏ ‏û li gorî feraseta Rêveberiya ‎Xweser, hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne.‎

Ji ber wê vekirina karghan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya projeyên ‎taybet yek ji gavên pêkanîna wê yekê ye. Rêveberiya kargehên berhemdar a ‎Rêveberiya Xweser heta niha 13 kargeh vekirine.‎

Kargeha ristin (takstîl) a Hesekê, Kargeha Golden Roz a zeytê li Qamişlo, kargeha ‎Zozan a penêr û mast li Dêrikê, kargeha Roşna ya xwê li Hesekê, kargeha Serdem ‎a ristin‏ ‏‎(takstîl) û dirûtinê li Hesekê, kargeha pembo li Hesekê û kargeha takstîl li ‎Hesekê. ‎

Kargeha Çiya ya çêkirina karton li Hesekê, kargeha Sorab a çêkirina xertûmên ‎çandiniyê li Hesekê, kargeha êmê sewalan a Cizîrê li Qamişlo, kargeha êmê ‎sewalan a Firatê li Reqayê, kargeha semadê xwezayî ya Şîn li Tirbespiyê.‎

Kargeha semada xwezayî ya Şîn ji bo pêşxistina qada çandiniyê gaveke mezin e.  ‎Kargeha rojane 100 heta 150 ton semade derdixe û tê de nêzî 100 karker ‎dixebitin.‎

Rêveberiya kargehên berhemdar ruxmî dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê alavên herî nûjen ji bo kargehê peyda kirin.

Gerînendeya kargeha Şîn Lîloz Mihemed diyar kir ku ev herêmeke çandiniyê ye û pêdiviya wê bi mîqdarekî mezin a sedman heye, ji lew re rêveberiya kargehên berhemdar ev kargeh li Tirbespiyê ya Qamişloyê ava kir, da ku semadê xwezayê çêke.

Mekanîzmeya berhemdanê bi vî rengî ye, destpêkê madeyên destpêkê yên xwezayî 18 rojan tên tirşkirin û her du rojan bi alavên taybet tên livandin û dûre ev made ji kargehê re tên veguhastin, da ku semadê organîk bê çêkirin, têkeve tûran û li sûkên herêmê bi bihayekî guncaw were firotin.

 Lîloz wiha domand: "Armanc ji avakirina vê kargehê semada kîmyewî neyê bikaranîn û semada (organîk) xwezayî were çêkirin. Ji ber ku semadê kîmyewî zirarê dide çandiniyê, lê semada xwezayî hevsengiyeke tirşbûnê ya ji sedî 100 çêdike."

Li ser karê di kargehê de Lîloz wiha pê de çû: "Di kargehê de niha nêzî 70 karkerên jin û mêr dixebitin û du dewam in; şev û roj. Çaverê ye hejmara karkeran bigihîne 100 karkerî."

Rêvebeirya kargehan a berhemdanê hewl dide di dema pêş de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kargehan zêde bike.

(fr)