Balafireke bêmirov a Tirkiyeyê Hesekê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bajarokê Sefiye yê girêdayî Hesekê bombebaran kir û li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Balafireke bêmirov a Tirkiyeyê Hesekê bombebaran kir
4 cotmeh, 2023   09:15

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, teqîna ku hatiye bihîstin ew e ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker kargeha kerpîçan (qermît) a li bajarokê Sefiye yê Hesekê 3 caran bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, 2 karker birîndar bûn. Her wiha hîna balafireke bêmirov li asîmanê herêmê digerin û ew jî li pêş ambulancan ku birîndaran rakin dibe asteng.

(fr)

ANHA