Azerbaycan -Tirkiye bi rêya çeteyên Sûriyeyî: Çavnebarî û qirkirina Ermenan

Ermenên Qerebaxê xwe bi tenê li hember lîstikeke geosiyasî dibînin. Gelo rola rikberiya Rûsî – Amerîkî – Îranî bi beşdariya Tirkiyeyê bi rêya çeteyên Sûriyeyî di bûyerên li Ermenistan çi ye?

Azerbaycan -Tirkiye bi rêya çeteyên Sûriyeyî: Çavnebarî û qirkirina Ermenan
4 cotmeh, 2023   08:24

Bi deh hezaran Ermenên herêma Nagorno ya Qerebaxê ji dema ku Azerbaycanê di 20'ê Îlonê de dest daniye ser herêmê, koçber bûne.

Hêzên herêmî ji gelek salan de roleke mezin di wî şerî de dilîzin. Têkiliyên Tirkiyeyê yên çandî û dîrokî bi Azerbaycanê re hene. Tê gotin ku balaforên bêmirov ên Tirkiyeyê yên Bayrakdar roleke mezin di şerê sala 2020'an de lîstin ku di encamê de jî Azerbaycanê destkeftî bi dest xistin.

Li aliyekî din Ermenistan jî xwedî têkiliyên xurt bi Rûsyayê re ye. Baregeheke leşkerî ya Rûsyayê li Ermenistanê heye û her du dewlet jî di rêxistina peymana Ermenî de endam in, ew jî koalîsyoneke leşkerî ye ku ji 6 dewletên yekitiya Soyvetê ya berê pêk tê.

Der barê vê mijarê de, rojnamevanê Ermen Hamo Moskovyan ji ajansa me re wiha axivî: "Qerebax bi destê Împeratoyriya Rûsî di 1795'an de ji dagirkeriya Tirkiyeyê hat rizgarkirin, şerê yekemîn jî ji bo Rûsyayê destpêkek bû ku piştî hilweşîna yekitiya Soyvetê hegemoniya xwe li herêma Qefqasê ferz bike."

Moskovyan wiha zêde kir: "Şerê 2020'an bi alozî bû. Tevî desteka Tirkiyeyê ji bo Bakûyê, dîsa jî Îsraîlê çek û teknolojiya pêşketî û perwerde pêşkêş kirin, her wiha Îranê jî destek da Ermenistanê. Karesata Sûriyeyê jî roleke mezin di şerê Qefqasê de lîst, ku bi hezaran çekdarên Sûriyeyî bi navberkariya Tirkiyeyê li kêleka Azerbeycanê şer kir. Tê zanîn zêdetirî 500 kes ji wan di wî şerî de hatin kuştin."

Ji 2020'an de Moskovê hewl da hegemoniya xwe li Qefqasê xurt bike, lê vê carê bi rêya aştiyê, ku ji bo misogeriya aramiyê hêzên parastina aştiyê li herêmê bi cih kirin. Her du aliyên Ermenî û Azerbaycanî li ser peymana aştiyê dan û standin pêk anî. Bakû jî beşdarkirina herêma Nagorno ya Qerebaxê di dan û standinan de red kir û diyar kir ku ev dozeke hundirîn e.

Moskovyan destnîşan kir ku Azerbaycanê mijûlbûna Rûsyayê di Ukraynayê de bi kar anî û êrişî Nagorno ya Qerebaxê kir ku Erdogan jî di warê çekan de destek da wê; artêşa wê perwerde kir û çeteyên Sûriyeyê anîn. Bakûyê agahî dabû Rûsyayê ku ew ê êrişa dawî pêk bîne, lê belê Rûsyayê ew agahî negihandin Ermenistanê û hêzên parastina aştiyê yên Rûsyayê bê deng man. Tehranê gelek caran agahî da Azerbaycanê ku eger ew derbasî xaka Ermenistanê bibin ew ê 35 metreyan derbasî xaka wê bibin û guhertinên di sînorên dîrokî yên Qefqasê de red kirin.

Moskovyan destnîşan kir ku Erdogan 100 mîlyon dolar ji Ermenistanê xwest da ku Azerbaycan Sonîkê dagir neke, ji ber wê jî tevî zirara wê ya nêzîkî 50 hezar dolar a ji ber wî şerî ew li vir ranaweste û ew ê ji bo armanca xwe ya qirkirina gelê Ermen bixebite.

(mh)

ANHA