Dûran Kalkan: ji Mazlûm Dogan heta Seyîd Evran,

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di hevpeyvîna xwe de derbarê şehîdên çapemeniya azad û xebatên wan de axivî û qala nameya dawî ya şehîd Seyîd Evran kir. û wiha got: ji Mazlûm Dogan heta Seyîd Evran, artêşeke me ya çapemeniya azad heye. Tevgera me ya azadiyê karî baskekî bi vî rengî ava bike.

Dûran Kalkan: ji Mazlûm Dogan heta Seyîd Evran,
4 cotmeh, 2023   07:33

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan qala yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, şehîdên çapemeniya azad Gûrbetellî Ersoz, Elîşêr Koçgirî û Seyîd Evran kir. Kalkan got: “heta ku civak hebe, îradeya wê azad, îdîa, armanc û zanebûna wê hebe, gelekî eşkere ye ku ev têkoşîn û xebat wê bidome.”

Kalkan di hevpeyvîna xwe ya  ANF’ê ra  qala nameya dawî ya Seyîd Evran kir û wiha got: “Weke wesiyeta dawî ji me re got, ‘bi xweşî û hezkirinê bimînin’. Em jî dibêjin ku tu rehet be. Pênûs, kamera û çeka te di destê hevrêyên te de ne. Wezîfeyên xwe yên rojane didomînin.”

Hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

Ez hevrê Seyîd Evran li ser navê rêveberiya me ya partiyê, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Weke wesiyeta dawî ji me re got, bi xweşî û hezkirinê bimînin. Em jî dibêjin ku tu rehet be. Pênûs, kamera û çeka te di destê hevalên te de ne. Wezîfeyên xwe yên rojane didomînin.

Li ser şehadeta hevrêyê û hemû heskiriyên xwe careke din xwe lêpirsîn kirin. Pêdiviya wezîfe û berpirsyariyên xwe nirxandin ku li ser bingehê rexne û rexnedayînê çiqas bi cih anîn. Xwe hîn bi biryar, bi îdîa û îrade kirin. Têkoşîna ku em li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dimeşînin, di pêvajoya pêşiya me de wê hîn xurttir pêş bixin. Ew ê teqez bîranînên hemû şehîdan bidin jiyandin û armancên wan ser bixînin.

JI MAZLÛM DOGAN HETA SEYÎD EVRAN

ji Mazlûm Dogan heta Seyîd Evran, artêşeke me ya çapemeniya azad heye. Tevgera me ya azadiyê karî baskekî bi vî rengî ava bike. Artêşa şehîdên çapemeniya azad derxist holê. Îcar em hatin dawiya meha Îlonê; 28’ê Îlonê. Salvegera 12’emîn a şehadeta hevrê Elîşêr Koçgirî ye ku mîna hevrê Seyîd Evran, di destpêka 1990’an de tevlêkariyên mezin li çapemeniya azad kir. Hevrê Rustem, Çîçek, Rozerîn li Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Wê demê jî mîna niha têkoşîna me dijwar bû. Biryardariya têkoşîna demê diyar kirin. Di vê çarçoveyê de ez hevrê Elîşêr Koçgirî û hevrêyên wî yên pê re şehîd bûne, di salvegera 12’emîn a şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.

di meha Cotmehê de 26. salvegera şehadeta hevrê Zeynep e, yanî hevrê Gurbetellî Ersoz e ku di destpêka salên 90’î de weke hevrê Seyîd û Elîşêr kedên mezin di têkoşîna çapemeniya azad a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de dan. Di 8’ê Cotmeha 1997’an de bi 25 hevrêyan re şehîd bû. Dema ku li Zap, Metîna û Garê ku niha destanên berxwedanê dinivîsînin, xebat dikirin, têkoşîn û şer dikirin şehîd bûbûn.

Dijminê ku êrîş dikir dîsa heman dijmin bû. Dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hevkarî kiribûn û êrîş kiribûn. Bi êrîşeke wiha yek ji kedkar û milîtanên çapemeniya azad ên herî bi nirx; hevrê Zeynep şehîd bû. Li ser vî bingehî ez hevrê Gurbetellî Ersoz û 25 hevrêyên ku pê re şehîd bûn, di salvegera 26’emîn a şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.

​Zindîkirina bîranîna van hevrêyan û bi ser xistina armanca wan, soz û biryardariya bingehîn a tevgera me û me hemûyan e. Ji bo bi ser xistina armanca hevrê Zeynep 26 sal in, em bi vê biryardariyê têdikoşin. Wê ji niha û pê ve jî dewam bike. Mîna ku heval Seyîd diyar kir wê çîrok dewam bike. Rêber Apo got; PKK romaneke bêdawî ye, helbestek e. Erê, nivîsandina romanê dewam dike, çîrok dewam dike, têkoşîn dewam dike. Em di wê baweriyê de ne ku heta desthilatdarî û sîstema dewletparêz, zîhniyet, hest û siyaseta ku afirandiye, ji holê rabe û heta ku mirovahî negihije asteke ku li ser bingeha azadiya jinê bi azadî bijî; Ev têkoşîn wê bidome.

RÊVEBER Û PÊŞENGÊ XEBATÊN ÇAPEMENIYÊ RÊBER APO YE

Dema em li dîroka xwe ya têkoşîna azadiyê dinêrin, em dîroka xebatên çapemeniya azad jî şaxekî vê dîrokê dibînin. Bi gotineke din, yek ji aliyê dîroka me, qada xebata propaganda û ajîtasyonê ye. Me di destpêkê de ev bi devkî kir. Piştre me ev lêkolîn li ser esasê propagandaya çekdarî kirin. Helbet di vê pêvajoyê de çapemenî jî destpê kir. Ji salên 1990’an ve em bi giranî bi rêya çapemeniyê xebatên propaganda û ajîtasyonê didin meşandin.

Bê guman pêşeng, rêveber û rêberê vê xebatê ji hemû xebatan zêdetir Rêber Apo ye.

Di van xebatan de gavên pêşîn çawa hatin avêtin ez dizanim. Bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a şehadeta hevrê Hakî Karer re Rêber Apo bi navê “Ji bo bîranîna Hakî Karer” bîranînek 7 rûpelî nivîsand. Heval Fuat jî helbestek nivîsand, hûn dizanin; helbesta “Ez Mirov bûm”. Bi rastî ez dikarim bibêjim ku wêjeya partiya me bi van destpê kir.

Rêber Apo berê pêşnûmeya bernameya partiyê amade kiribû. Propagandaya devkî û xebatên perwerdehiyê yên ku me heta wê demê dida meşandin, gav bi gav veguherî materyalên nivîskî. Di civîna ku di bihara ‘78’an de hat lidarxistin de biryar hat dayîn ku Desteya Weşanê ya Navendî bê avakirin û weşaneke navendî weke kovar li ser bingeheke îllegal bê weşandin. Li navenda Amedê desteyek wisa hat avakirin. Min jî di nav de cih girt.

Rêber Apo rêveberiya wê dikir. Hevalên Mazlûm û Hayrî endamên sereke bûn. Fatma jî di nava vê desteyê de bû. Di meha Hezîranê de civîn çêbûn. Me di demên cuda de civînên desteya edîtoran pêk anî. Rêber Apo nirxandin kirin. Em ê vî karî çawa bikin? Divê em bi kîjan bernameyê destpê bikin? Divê em çawa bidomînin, prensîbên me çi bin? Me dubare dubare nîqaş kirin. Me plan, proje û bername amade kirin. Ji aliyekî ve, me bernameyên gotaran çêkir. Hevalê Mazlûm jî dest bi nivîsandinê kir. Li aliyê din me hewl da ku kel û pelên çapkirinê peyda bikin.