′Divê gel xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike′

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku li dijî êrişên qirkirinê xweparastin mafekî rewa yê pêkhateyên herêmê ye û got, divê gel xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.

′Divê gel xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike′
4 cotmeh, 2023   00:45

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şênî li hemberî van êrişan li gorî şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dide.

Welatiyê bi navê Mistefa Silêman ê ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê qirkirinê li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne û şêniyan ji bo parastina xwe û civaka xwe bi hezaran şehîd dane.

Silêman got: "Divê her kes li gor şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişan li ber xwe bide û destekê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji ber ku ev hêz bingeha parastina herêmê ye."

Welatiya bi navê Nesrîn Temo got: "Jin bi fikrê azad û şoreşgerî yê Rêber Abdullah Ocalan ji zilm û koletiyê hatin rizgarkirin û wekî şoreşger xwe di hemû qadên jiyanê de dibînin. Ji pêkhateyên civaka me tê xwestin ku berdêl çi dibe bila bibe li hemberî xetereyan bibin yek."

Welatiyê bi navê Hisên Xalid destnîşan kir ku xweparastin mafekî rewa ye û divê her kes xaka xwe biparêze.

Xalid wiha zêde kir: "Dewleta Tirka  dagirker rojane êrişî herêmên me dike. Em dibînin şênî bi taybetî yên li gundên nêzî sînor bi xaka xwe ve girêdayî ne û amade ne parastina wê bikin. Ev jî nîşan dide ku ew bi fikrê xweparastinê bawer in."

Xalid got, ku projeya biratiya gelan gaveke girîng ji bo rûniştandina xweparastinê ye, ku her kes tê de parastinê dike.

 (mh)

ANHA