Li Qamişloyê meşa li dijî komploya navneteweyî

Bi pêşengtiya jinên ciwan, bi dehan şêniyên Qamişloyê bi meşekê Komploya navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Meşevanan li hemberî planên hêzên komploger soza domandina têkoşîna xwe dan.

Li Qamişloyê meşa li dijî komploya navneteweyî
3 cotmeh, 2023   17:44

Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan, bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî tecrîd û Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Ciwanan meşaleyên bi navê Apo, wêneyên şehîd Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û şehîd Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) yên ku 1′ê Cotmehê de li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a dewlata Tirk çalakiya fedaî kiribûn hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên “Kes nikare roja me tarî bike” û “Jin, Jiyan, Azadî”  vekirin.

Meş ji çerxerêya Sonî dest pê kir û bi rakirina nîşaneyên serkeftinî û berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Îmralî” ber bi çerxerêya Şehîd Rûbar dewam kir. Li wir meş veguherî mîtingê û deqeyeke rêz hat girtin.

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Rosêl Elî li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî xwend û  got, tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tê dijî mirovahiyê ye. Rosêl Elî anî ziman ku Rêber Apo bi sekna xwe ya berxwedêr têkoşîneke bêhempa dimeşîne.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîlayên HPG û YJA Star a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hat silavkirin û hate gotin: ′′Çalakiya gerîlayan a li Enqereyê bersiva vê pêvajoyê bû û ser xeta Zîlanan bi riheke fedaî çûn şehadetê.”

Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de soza şikandina Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan da.

(sb)

ANHA