​​​​​​​Li Hesekê erebeyek teqiya-HATE NÛKIRIN

Li bajarê Hesekê erebeyek teqiya. Li gorî agahiyan qurbanî hene.

​​​​​​​Li Hesekê erebeyek teqiya-HATE NÛKIRIN
3 cotmeh, 2023   17:38

Nûçegihana me ji bajarê Hesekê ragihand ku derdora saet di 20:15′an de erebeyek nêzî pira Beyrûnî ya li taxa Xizêwan teqiya.

Li gorî nûçegihana me, sedema teqînê hîna nehatiye znaîn û tê gotin ku qurbanî û birîndar hene. Birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berî dan cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.

(bb)

ANHA