​​​​​​​Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn

Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê bi merasîmekê hat bibîranîn.

​​​​​​​Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Nagîhan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
3 cotmeh, 2023   17:57

Endama Akademiya Jineolojiyê, rojnamevan û akademisyen Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’yan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di encama siûqastekê de şehîd bû.

Ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel, Akademiya Jineoliyê û Tevgera Hîlala Zêrîn  a Kobanê bi beşdarbûna bi dehan kesî merasîmek li parka Evînê ya li bajarê Kobanê li dar xist. Li parkê wêneyên şehîd Nagîhan Akarsel hatin daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, bevdavka Navenda Jineolojiyê ya Kobanê Sedîqa Xilo axivî û got:  “Di salvegera yekemîn a şehîdxistina şehîd Nagîhan Akarsel de, em teqez dikin ku dê berxwedana jinan berdewam bike.”

Sedîqa Xilo got, pergalên desthilatdar kesayetên pêşeng  ên rola wan di pêşxistina civakan de hene, dikin hedef. Sedîqa Xilo anî ziman ku dê têkoşîna li ser şopa şehîd Nagîhan berdewam bike û dê hêviyên wê yên di pêşxistina jineolojiyê de pêk bînin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser şehîd Nagîhan Akar hat pêşandan.

(eş)

ANHA