​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Minbicê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di teqîna îro ya li Minbicê de endamekî wan şehîd bûye û 3 endamên din birîndar bûne.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Minbicê daxuyanî da
3 cotmeh, 2023   16:47

Îro saet di derdorî 12:00′an de mayînek li Minbicê teqiya. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dabû, di encama teqînê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da û piştrast kir ku endamekî hêzê şehîd bûye û 3 endamên din birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Îro (3′yê Cotmehê) agahî hatin ber destê hêzên me ku mayînek li çerxerêya Şehîdan a li Minbicê heye. Hêzên berê xwe dan cihê navborî û ji bo parastina sivîlan cih dorpêç kir. Hêzên me mayîn ji dûr ve teqandin, di encamê de endamekî hêzên me şehîd bû û 3 endamên din jî birîndar bûn.

Ev kiryarên terorî yên bi armanca xirabkirina ewlehî û istiqrara herêmê,  dê israra me ya têkoşînê li hemberî van kiryaran zêdetir bike.′′

(bb)