Cenazeyê şehîd Ûsama El Salim hat veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî, cenazeyê şervanê QSD′ê şehîd Ûsama Ehmed El Salim li Goristana Şehîdên Tebqayê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Ûsama El Salim hat veşartin
Cenazeyê şehîd Ûsama El Salim hat veşartin
Cenazeyê şehîd Ûsama El Salim hat veşartin
Cenazeyê şehîd Ûsama El Salim hat veşartin
Cenazeyê şehîd Ûsama El Salim hat veşartin
Cenazeyê şehîd Ûsama El Salim hat veşartin
3 cotmeh, 2023   15:26

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsama Ehmed El Salim ê 29’ê Îlonê di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de li Dêrazorê şehîd bû, bi merasîmkekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hat veşartin. Bi şêniyên Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê QSD′ê ji fermandar Agirî El Mihemed axivî, soz da dayikên şehîdan ku ew ê destkeftiyên şehîdan û herêmê biparêzin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Tebqayê Ebdulezîz El Esker jî got: "Me ji bo rizgarkirina gel û xaka xwe bi hezaran şehîd dane. Em ê teslîm nebin û em ê li ser soza xwe bin ku me bi şehîdên xwe re danye.′′

Ebdulezîz Eser di dawiyê de got: "Em ji Erdoganê dîktator re dibêjin tu çi bikî em gav paşde neavêjin, em ê şehîdan bidin heta serkeftinê pêk bînin û dagirkeriyê têk bibin."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Farûq El Maşî wiha axivî: "Me ji bo welatekî ewle û aram  bi hezaran şehîda dane. Ji bo têkbirina dagirkeran li ser xaka xwe em ê hîna jî berdêlên giranbuha bidin. Em ê destkeftiyên bi xwîna şehîdên leheng hatine bidestxistin, biparêzin. Dijmin bi êrişên xwe yên nemerd hewl didin îrade û rûmeta me têk bibin û şêwazê jiyana me xirab bikin. Em ji dijmin re dibêjin, em xwediyê vê xakê ne, em xwediyê vê dozê ne, ev xak xaka me ye û em ê li ser bijîn. Zarokên me hene parastina xaka me bikin. Her çiqasî rêbazên wê qirêj bin jî, hûn nikarin me bişkînin. Bizanibin; çawa me rêxistina DAIŞ′ê têk bir û welatê xwe ava kir,  hûn ê nikaribin girêdana me bi xaka me ve bişkînin.′′

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El Mihemed wesîqeya şehîd Ehmed El Salim xwend û radestî malbata wî kir. Cenazeyê şehîd bi dirûşma li Goristana Şehîdên Tebqayê hat veşartin.

(bb)

ANHA