Li başûrê Minbicê mayînek teqiya-HATE NÛKIRIN

Li aliyê başûrê Minbicê mayînek teqiya, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Li başûrê Minbicê mayînek teqiya-HATE NÛKIRIN
3 cotmeh, 2023   08:52

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Minbicê dane, li Çerxeriya Metahin (aş) a li aliyê başûrê Minbicê mayînek teqiya. Dema pisporên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hewl didan mayînê bêbandor bikin teqiya.

Di encama teqîna mayînê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Beriya saetekê ajansa me li gorî agahiyên bi dest ketine diyar kir ku li cihê navborî erebeyek hate hedefgirtin, lê ji şopandina nûçegihanê me hate diyarkirin ku mayîn hate teqandin.

(fr)

ANHA