Polîsan 6 kes li Dêrsimê binçav kirin

Polîsên Tirk di saetên sibehê de li Dêrsimê 6 kes di nav de rojnamevan binçav.

Polîsan 6 kes li Dêrsimê binçav kirin
3 cotmeh, 2023   08:43

Îro di danê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Alî Yildiz û Ozkan Arslan, serokê Yekitiya Mêşvanan ê berê Kazim Tosun, nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Yaprak Kurban hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin midûriyeta emniyetê lê sedema binçavkirina wan nehat zanîn.

Hat zanîn ku Arzu Ozdemîr jî di çarçoveya operasyonê de li Stenbolê hatiye binçavkirin.