Temsîla jinan di encûmena serokatiyê ya YNK′ê de kêm bû

Kongreya 5’emîn a YNK′ê bi hilbijartina endamên encûmena serkirdeyê bi dawî bû. Temsîla jinan di encûmena serokatiyê ya YNK′ê de kêm bû.

Temsîla jinan di encûmena serokatiyê ya YNK′ê de kêm bû
2 cotmeh, 2023   13:50

Di 27’ê Îlonê de kongreya 5’emîn a Yekitiya Nîştîman a Kurdistanê (YNK) bi bejdariya 600 endaman, li bajarê Silêmanî dest pê kiribû û 5 rojan berdewam kir duh bi dawî bû.

Berdevka Kongreya 5’emîn a YNK’ê Talar Letîf di destpêka kongreye de rêjeya beşdariya jinan di encamê de diyar kir ku, jin ji bo sê encûmena bûn namzet. Li gor hêjmara hate diyarkirin divê kotaya jinan ji sedan 25 be lê belê di encamê de bejdariya ji vê rêjeyê kêmtir bû û bû ji sedan 15.

Tenê 9 jin bûn endamê encûmena serkirde û ev jî ji rêjeya kota kêmtir e.