`Bê Rêbertî aştî li cîhanê pêk nayê`

Şêniyên navçeya Til Birakê gotin doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ya gelê Kurd e lê belê doza tevahî pêkhateyên herêmê ye û diyar kirin ew heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, têkoşîna wan berdewam e.

`Bê Rêbertî aştî li cîhanê pêk nayê`
2 cotmeh, 2023   12:47

9`ê Cotmehê salvegera 25`an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku di encamê de 9`ê Cotmeha 1998`an ji Sûriyeyê derket. Bi nêzîkbûna vê rojê re, şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê daxuyaniyek da.

Endama Navenda Çand û Hunerê Semîre Îsa daxuyanî li pêşiya navendê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyan xwend.

Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku ji dema dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ve û heta îro, dewleta Tirk a dagirker tevahî cureyên îşkenceya derûnî û bedenî li dijî wî meşandiye û hewl dide vîna wî bişikîne lê dîsa jî bi ser neket.

Her wiha hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan ê di aliyê fikrî bi gelê ve girêdayî ye, têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê didomîne.

Di dawiyê de hate gotin ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhate û gel divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û li ber xwe bidin û heta azad nebe, têkoşîn berdewam e ji ber ku beyî wî aştî li cîhanê pêk nayê.

(şx)

ANHA