Xwepêşandanên li Siwêdayê berdewam in

Xelkê Siwêdayê îro bi girseyeke mezin li qada Rûmetê kom bûn û teqezî bi daxwaza xwe kir ku guhertina siyasî ya giştî li Sûriyeyê pêk were û biryara 2254 bikeve meriyetê.

Xwepêşandanên li Siwêdayê berdewam in
2 cotmeh, 2023   12:08

Vê sibê xelkê gundê Cenîne yê Siwêdayê bi girseyeke mezin li qada Rûmetê ya bajêr kom bûn û tev li xwepêşandanan bûn ku ev zêdetirî mehekê berdewam in.

Ji dîmenên ku malpera Siwêda parve kirine, tevlêbûna jinan di xwepêşandanan de balkêş e.

Şêniyên parêzgeha li başûrê Sûriyeyê, banga çûyîna Esed, pêkanîna hikumeta demkî, biryara 2254, avakirina hêzeke siyasî ya nîştimanî dûrî têgeha navendîbûnê û başkirina rewşa aborî dikin.

(şx)