QSD′ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

QSD′ê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Ûsama Ehmed El Salim 29′ê Îlonê di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûye.

QSD′ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
2 cotmeh, 2023   12:00

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji şervanên wan Ûsama Ehmed El Salim 29′ê Îlona îsal di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şehîd Ûsama mînake girêdana bi xak û gelê xwe ve bû û heta kêkiliya şehadeta xwe bi hemû hêza xwe parastina gel û xaka xwe kir.

QSD′ê sersaxî ji malbata şehîd Ûsama û tevahî şehîdên azadiyê re xwest û soz da ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyal û armancên ku ji bo wê şehîd bûne, pêk bînin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ûsama

Nav û paşnav: Ûsama El Salim

Navê dayikê: Kelsûm El Hisên

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskena/2004

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-29′ê Îlona 2023

(bb)