Ermenên li Hesekê piştgirî da Ermenên Artsaxê

Ermenên Hesekê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî gelê Ermen şermezar kirin û piştgiriya xwe bi Ermenên Artsaxê re anî ziman.

Ermenên li Hesekê piştgirî da Ermenên Artsaxê
2 cotmeh, 2023   11:50

Meclisa Civaka Ermenî bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Azerbaycanê yên li hemberî gelê Ermen ê Artsaxê şermezar kirin.

Daxuyanî li qada Suryan a li bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan Ermenan hat dayîn û ji aliyê hevseroka Yekitiya Jinên Ermen Arbî Kesbiryan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em gelê Ermen ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe bi xelkê xwe yê li Artsaxê re nîşan didin ku bi destê dijminan gelek zulm û êş dîtin. Ji sala 2020′î ve dewleta Azerbaycanê kiryarên xwe yên hovane û binpêkirinên xwe li dijî gelê me yê Ermen ê Artsaxa Ermenî nesekinandine û mîna dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazên qirkirinê li dijî gelê Ermen bi kar anîn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, bûyerên li Artsaxê rû didin, berdewama qirkirina sala 1915′an de ye ku li dijî gelê Ermen hatibû kirin.

Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên ku li dijî gelê Ermen û tevahî gelan têne kirin hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em soza xwe bi gelê xwe yê Artsaxê nû didin. Dewleta Tirk û dagirker û hevkarên wê dê nikaribin Ermenan qir bike. Em ê li hemberî hemû kesên ku hewl didin destdirêjiyê li mafên me bidin, bisekinin."

(bb)

ANHA