Di merasîma sersaxiyê de ji xelkê Hesekê soza berdewamkirina têkoşînê

Şêniyên Hesekê sersaxî dan malbata gerîla Egîd Serdar û malbata şervanê QSD`ê Ronî Hesekê û destnîşan kirin ku têkoşîn û berxwedana wan li ser rêya şehîdan dê heta dawiyê berdewam bike.

Di merasîma sersaxiyê de ji xelkê Hesekê soza berdewamkirina têkoşînê
Di merasîma sersaxiyê de ji xelkê Hesekê soza berdewamkirina têkoşînê
Di merasîma sersaxiyê de ji xelkê Hesekê soza berdewamkirina têkoşînê
Di merasîma sersaxiyê de ji xelkê Hesekê soza berdewamkirina têkoşînê
Di merasîma sersaxiyê de ji xelkê Hesekê soza berdewamkirina têkoşînê
2 cotmeh, 2023   10:26

Şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Hesekê, tev li merasîma sersaxiyê ya gerîla Egîd Serdar (Diyar Mardînî) û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ronî Hesekê (Necmedîn Fenûş) bûn.

Şervanê HPG`ê Egîd Serdar destpêka Tebaxa borî li Zapê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û şervanê QSD`ê Ronî Hesekê 29`ê Îlonê li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li taxa Talaê ya Hesekê hatiye vedan. Di merasîmê de endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Cewad axivî û sersaxî da malbatên şehîdan. Cewad got: “Ji bo têkbirina komployên li dijî herêmê, şehîdan canê xwe feda kir. Em soz didin ku heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û wiha domand: “Em dev ji rêya şehîdên xwe bernadin. Wan di oxira parastina vê xakê û vî gelî ji komployan de, canê xwe feda kirin. Em dê heta dawiyê li ber xwe bidin û dê bi ser kevin.”

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Oso got: “Têkoşîn û berxwedana me ji bo azadiyê û welatekî ewle, dê berdewam bike.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

(şx)

ANHA