Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênexêziyê dest pê kir

Îro li herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênekêşiyê dest pê kir. Pêşangeh li parka Ronîwar a li Kobanê hat vekirin. Tê payîn ku pêşangeh 3 rojan dewam bike.

Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênexêziyê dest pê kir
Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênexêziyê dest pê kir
Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênexêziyê dest pê kir
Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênexêziyê dest pê kir
Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênexêziyê dest pê kir
Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênexêziyê dest pê kir
1 cotmeh, 2023   19:34

Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran li Parka Ronîwarê 4’emîn Pêşengeha Wênexêziyê bi dirûşma “Em çiqas cihereng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” bi beşdariya 14 xwendekaran dest pê kir û dê 3 roj berdewam bike.

Pêşengeha Wênexêziyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî xido li Kobanê bi serenav “Talîzoka Rengan” û dibin dirûşma “Em çiqas cihreng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” de hat vekirin.

14 xwendekarên beşa wênexêziyê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi  54 tabloyan tev li pêşangehê bûn û xwendekar armanc dikin ku  bi berhemên xwe civakên xwe bixemlînin.

Di vekirina pêşangehê de Hevsoroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Emîne Hisên axivî û got; “Di her tabloyeke xwendekarên me de çîrokekê di nava xwe de dihewîne. Em ê bi hunera xwe li hemberî dagirkeriyê bibin bersiv.”

Piştre xwendekarên tev li pêşangehê bûne hatin xelatkirin

 (eş)

ANHA