​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn

Şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ronî Hesekê spart axê. Di merasîmê de gerîlayê HPG'ê şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê hat veşartin û şehîd Egîd Serdar hat bibîranîn
1 cotmeh, 2023   18:52

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD′ê Necmedîn Fenûş (Ronî Hesekê) ku li Dêrazorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spart axê. Di merasîmê de gerîlayê HPG′ê Diyar Mardînî (Egîd Serdar) ê 1’ê Tebaxa 2023’an li Zapê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Gulçîn Ehmed got: "Em di qonaxeke pir girîng re derbas dibin, hemû dewlet ji bo têkbirina projeya me ya demokratîk  û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de bûne yek. Lê bi saya berxwedana gelê herêmê ev plan têk diçin."

Gulçîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetan xwe û bi çekên qedexekirî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike da ku hêza gerîla lawaz bikin. Lê dewleta Tirk çi dike û çiqasî êrişên xwe giran bike jî wê nikaribe gerîla têk bibe û berxwedana wan lawaz bike."

Ji fermandarêm Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê diyar kir ku tevî hemû êrişên li dijî gerîlayên HPG'ê dîsa jî îradeya gerîlayan kêm nebûye û her diçe xurt dibe. Alan Hesekê got: ′′Daxwaza me zelal e, ew jî yekitiya xaka Kurdistanê ye. Em ji xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re jî dibêjin êdî bes e."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehîd Ronî Hesekê û Egîd Serdar xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîd Ronî Hesekê bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" hat veşartin

(mh)