Malbatên gerîla giliya Erdogan û wezîrên wî kir

Malbatên 21 gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, derbarê Serokomarê Tirk R. Tayip Erdogan û 2 wezîrên wî de gilî kir.

Malbatên gerîla giliya Erdogan û wezîrên wî kir
1 cotmeh, 2023   12:48

Malbatên gerîlayên azadiyê yên ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku li Herêmên Parastina Medya di êrîşên kimyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, serî li Dozgeriya Qamişlo dan. 

Malbatan bi alîkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê û parêzerên wan daxwazname pêşkêşî dozgeriyê kir. Di daxwaznameyê de tê gotin ku Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan, wezîrê parastinê yê berê yê Tirk Hulusî Akar û wezîrê xezîne û maliyeyê yê berê Nuredîn Nebatî berpirsên êrîşan û şehadetan e, lewma divê werin darizandin û giliya wan hat kirin.

Piştî serlêdana giliyê, Parêzera Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişlo Xufran Xelef daxuyaniyek da û da zanîn ku wan dosyaya gilîkirinê ku têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk hatiye amadekirin îro (1`ê Cotmeha 2023) îro radestî dozgeriyê kiriye.

Xufran bibîr xist ku ji gerîlayên azadiyên di êrişên kimyewî de şehîd bûne, 21 ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û ji wana jî 13 ji herêma Cizîrê, 8 ji Kobanê ne. Xurfan Xelef got ku li ser navê malbatên 21 gerîlayên şehîd gilî hatiye kirin.

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsêxan Gulo jî bang li raya giştî ya cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember van sûcan derkevin û helwest nîşan bidin.  

(şx)

ANHA