DAIŞ′ê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ′ê li bejahiya Dêrazorê êrişî kombûna hêzên hikumeta Şamê kir.

DAIŞ′ê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir
1 cotmeh 2023   13:44

Li gorî SOHR, çeteyên DAIŞ′ê li bejahiya Şola ya gundewarê Dêrazorê bi topên RBG′ê êrişî kombûna hêzên hikumeta Şamê. SOHR ragihand ku di êrişê de leşkerekî Şamê hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka 2023′yan ve di êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li bejahiyên Humis, Siwêda, Hema, Reqa, Dêrazor û Helebê  de 160 sivîl û  270 leşkerên hikumeta Şamê  û alîgirên wê hatin kuştin. Her wiha  29 çeteyên DAIŞ′ê di şerê di navbera wê hêzên hikumeta Şamê de û êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatin kuştin.

(bb)