Ji Yerlîkaya daxuyaniya têkildarî çalakiya bombeyî

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê daxuyaniyeke nû da û got her ku hûrgiliyên bûyerê diyar dibin dê bi raya giştî re parve bikin.

Ji Yerlîkaya daxuyaniya têkildarî çalakiya bombeyî
1 cotmeh, 2023   12:32

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî çalakiya bombeyî ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê daxuyanî da. Yerlîkaya, got ku tedawiya polîsên birîndar Alîm Reîs Demîrel û Erkan Karataş didome û xetereyeke jiyanî li ser wan nîne.

Yerlîkaya, destnîşan kir ku Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê lêpirsîna bûyerê dikin û ev tişt anî ziman: “Wezîrê me yê dadê daxuyanî da û lêpirsîna edlî hate destpêkirin. Her ku hûrgiliyên bûyerê diyar dibin em ê bi raya giştî re parve bikin.”

 Yerlîkaya ji bo biryara “qedexeya weşanê” jî spasiya serdozgerê Enqereyê û RTUK’ê kir.