Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn

Navenda Jineolojî  ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê şehîd Nagîhan Akarsel bi bîr anî.

Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
1 cotmeh, 2023   12:16

Navenda Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê merasîma bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li dar xist.

Di merasîma bîranînê de  bi navê endama Navenda Jineolojiyê Henenê Hesen axifî û şehîdên têkoşînên azadiyê bi bîr anînî û wiha got: "Şehîd Nagîhan di dema li Efrînê de li her cihî geriyaye û nîqaşên me ya bi şehîd Nagîhan re her tim li ser jin û civakê bûn."

Her wiha du sînevziyon ji hêla Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibûn amedekirin li ser jiyana şehîd Nagîhan, her wiha li ser kar û xebata wê ya li tevahî Kurdistanê hatin pêşkêşkirin. Li aliyekî din jî ji hêla endamên Navenda Jineolojî ya Efrîn û Şehba  ve helbets hatin gotin. Sînevziyona bi navê Hezkirina Sêvê jî ji hêla Navenda Jineolojî ya Efrîn û Şehba ve hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.

Merasîma bîranînê bi diruşmên ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

ANHA