Têkildarî çalakiya li Enqereyê biryara qedexekirina weşanê

​​​​​​​Piştî çalakiya dijî Midûriyeta Giştî ya Tirkiyeyê pêk hat, biryara qedexekirina weşana derbarê çalakiyê de hat dayîn.

Têkildarî çalakiya li Enqereyê biryara qedexekirina weşanê
1 cotmeh, 2023   08:39

Li paytexta dewleta Tirk a dagirker Enqereyê dijî Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê îro (1 cotmeh 2023) serê sibehê çalakiyek bombeyî pêk hatibû.

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyeyê çalakî li nêzî qada Kizilay a Enqereyê, li pêşiya Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê pêk hat. 

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya gotibû ku di çalakiyê de 2 polîs birîndar bûne.

Piştî çalakiyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Derbarê mijarê de ji aliyê Dadgeriya Nobedar a Sulh Ceza ya Enqereyê ve biryara astengkirina nûçeyan û qedexeya weşanê hatiye dayîn.”