Milîsên HBDH'ê li Amedê rê qut kirin

Milîsên Ramazan Toptaş (Sari Îbrahîm) ên HBDH'ê ragihandin ku ji ber nêzîkbûna salvegera komploya 9'ê Cotmehê wan li Amedê rê qut kirin.

Milîsên HBDH'ê li Amedê rê qut kirin
1 cotmeh, 2023   07:52

Milîsên Ramazan Toptaş (Sari Îbrahîm) ên HBDH'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku şeva 28'ê Îlonê saet di 22:00 de li taxa Hûzûrevî rê birîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku milîsên wan karê propagandayê kir û hate gotin, "Li hemberî wesayitên zirxî yên bi tîpa Akrep û TOMA, ku hatin cihê bûyerê me çalakî kirin. Bi molotofan, bombeyan û fîşekê hewayî êrîşî dijminên faşîst kirin.

Ev çalakiya me ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' hate lidarxistin û bi rengekî serketî bi dawî bû."