Dijî Midûriyeta Ewlekariya Tirkiyeyê çalakî

Li paytexta dewleta Tirk a dagirker Enqereyê dijî Midûriyeta Ewlekariya Giştî çalakiyek bombeyî hat lidarxistin

Dijî Midûriyeta Ewlekariya Tirkiyeyê çalakî
1 cotmeh, 2023   07:47

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyeyê çalakî li nêzî qada Kizilay a Enqereyê, li pêşiya Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê pêk hat. 

Ambûlans û tîmên AFAD'ê ber bi herêmê ve hatin şandin. Bûlwara Ataturk jî li trafîkê hate girtin, ketin û derketina ji meclîsê hate qedexekirin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê medya dîjîtal ragihand ku du kesan li deriyê pêşiyê yê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir çalakiya bombeyî kirine. Yerlîkaya diyar kir ku du polîs birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya wezîr, yek ji çalakgeran bombeya li ser xwe teqand, li yê din jî hate xistin.

Li ser çalakiyê agahiyên berfireh bi dest neketin.