​​​​​​​Di Îlonê de êrişî 40 navendên Efrîn û Şehbayê kirin

Dewleta Tirk a dagirker di meha Îlonê de 91 caran êrîşî 40 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin.

​​​​​​​Di Îlonê de êrişî 40 navendên Efrîn û Şehbayê kirin
1 cotmeh, 2023   07:35

Navenda Çapemeniya Hêzên Leşkerî ya Şehbayê bilançoya êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker di navbera 2-29’ê Îlonê de dijî herêmên Efrîn û Şehbayê pêk anîne, eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê, dagirkeran li hemberî 40 gund û bajarokên Efrîn û Şehbayê bi topên obus, hawan, fuze, tang û balafirên bê mirov ên bi çek 91 caran êrîş pêk anîne.  Di êrîşan de 230 hawan, 263 obus û 4 dronên xwekuj hatine bikaranîn. Di êrîşan de tiştek li tu kesî nehatiye lê ziyana maddî gihîştiye mal û milkê welatiyan.

Dewleta dagirker 28’ê Îlonê noqteya hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Bêlûniyê yê Şehbayê jî topbaran kir û di encamê de 4 leşker birîndar bûn.

(a)