El Erecî diçe Tehranê

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê tevî şandeyeke ewlehî diçe Tehranê.

El Erecî diçe Tehranê
1 cotmeh, 2023   07:20

Şêwirmendiya Ewlehî ya Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku şêwirmendê ewlehî ya neteweyî Qasim El Erecî tevî şandeyeke ewlehiya diçe Tehranê

Li gorî Rojnews′ê ku agahiyên xwe dispêre nivîsgeha El Erecî, El Erecî tevî şandeyeke ewlehî ji bo temamkirina ewlehiyê di navbera Iraq û Îranê de berê xwe da Tehranê. Ew yek bi perspektîfa fermandarê giştî yê hêzên çekdar serokê meclisa wezîran Mihemed Şiya Sûdanî pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên 13′yê Îlonê ji bo nîqaşkirina dosyaya ewlehiyê serdana Tehranê kiribû.

(fr)