Li Şamê teqîn

Şeva berê li gelek herêmên rojavayê gundewarên Şamê dengê teqînên xurt hate bihîstin û li gorî agahiyên destpêkê kuştî hene.

Li Şamê teqîn
1 cotmeh, 2023   07:09

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku şeva berê nêzî saet 01:20′an dengê 3 teqînên xurt hate bihîstin. Ew dengê teqînan ji avahiya girêdayî Firqeya 4′an û Pasdarên Îranê ya li rex mizgefta Hemze li gundên Esed ên rojavayê Şamê hate bihîstin.

Li gorî SOHR′ê, li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînan de kuştî çêbûn û ji hemwelatiyên Iraqê ne û zirarên madî yên mezin çêbûn.

Li gorî raporên Sûriyeyê, Îsraîlê vê sibehê êrişeke hewayî li dijî depoyeke çekan a Îranê li Sûriyeyê pêk anî û êriş di navbera gundên Esed û Dîmas de pêk hat.

(fr)