Ji serê salê ve 2.500 penaber di Derya Spî de mirin

Rayedarekî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji destêka sala 2023’yan ve 2 hezar û 500 penaberên hewl didan bi riya Derya Spî derbasî Ewropa bibin mirine yan jî winda bûne. 

Ji serê salê ve 2.500 penaber di Derya Spî de mirin
29 îlon 2023   08:05

Li gorî nûçeya AFP’ê Direktorê Ofîsa New York a Komîseriya Bilind a Penaberan Ruffin Menekdiuela di civînek Konseya Ewlekariyê de têkildarî mijarê agahî dan û got: “Ji destpêka sala 2023’an heta 24’ê îlonê  2 hezar û 500 kes mirin an jî winda bûne.”

Ruffin Menekdiuela, da zanîn ku di heman dîrokê sala 2022’yan de hejmara penaberên di Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane hezar û 680 bû.

Li gorî Ruffin Menekdiuela  ji destpêka salê heta 24’ê îlona 2023’yan 186 hezar penaber derbasî başûrê Ewropayê (Îtalya, Yewnanîstan, Kibris û Malta) bûne. Ji vana 130 hezar derbasî Îtalya bûne. Li gorî van reqeyan hejmara penaberên derbasî van herêman bûne li gorî sala 2022’yan ji sedî 83 zêde bûye.

Ruffin Menekdiuela destnîşan kir ku ji destpêka salê heta Tebaxa 2023’yan 102 hezar penaberan ji Tunusê, 45 hezaran jî ji Lîbyayê hewldan Derya Spî derbas bikin.  Ji vê hejmarê 31 hezar kes di Deryayê de hatin rizgarkirin an jî hatine girtin û vegerandina Tunusê, 10 hezar û 600 kes jî vegerandine Lîbyayê.

(a)