Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê  şehîd Hesen Ehmed El Mirî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.

Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
Xelkê Minbicê şehîdekî xwe oxir kir
28 îlon 2023   15:05

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hesen Ehmed El Mirî yê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.  Bi dehan şênî, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, meclisên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên herêmê, tevgerên jin û ciwanan û meclisên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê Mihemed Adil axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker armanc dike gelên daxwaza mafên xwe dike û banga guhertina çarenûsa xwe dike, qir bike. Dewleta Tirk bi balafirên bê mirov ên biçek û bi çekên kîmyewî yên qedexekirî  kesên bê guhen, zarok û xwendekaran qetil dike. Lê pîvan û qanûnên mafên mirovan  ji bo wan sûcdaran derbas nabe."

Mihemed Adil di dawiyê de got: "Bi  yekitiya xwe û bi vîna jinên azad û ciwanên şoreşger, her wiha bi sekna me ya bi meclisa me ya leşkerî re em ê tevahî armancên Erdogan û çeteyên wê têk bibin ku dixwazin yekitiya gelan û avakirina neteweya demokratîk têk bibin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Huzeyfa Ebdo jî bal kişand ser fedakariyên şehîdan û anî ziman, rêya ku şehîdan xêz kiriye ronahiya siberojê ye û rêya serketin û rizgarkirinê ye.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî jî got, ew ê şopdarên xeta hevrêyên xwe yên şehîd bin û dê gel û welatê xwe ji êrişan biparêzin.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Mewas wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

(bb)

ANHA