Li Kobanê ji bo du cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd  Heysem Mihemed (Dildar Girê Spî) li Goristana Şehîd Dîcle veşartin û şehîd Dilşîn Şêxo (Ala ‎Munzûr Dêman) bi bîr anî.

Li Kobanê ji bo du cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Li Kobanê ji bo du cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Li Kobanê ji bo du cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Li Kobanê ji bo du cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
Li Kobanê ji bo du cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin
28 îlon, 2023   16:10

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê  şervanê QSD′ê Heysem Mihemed (Dildar Girê Spî) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê spart axê. Dildar Girê Spî  26′ê Îlonê dema erka xwe pê dianî li Tebqayê şehîd bû. Di merasîmê de gerîlaya HPG′ê Dilîşan Şêxo (Ala Mûnzûr Dêman) hat bibîranîn ku 3′yê Hezîranê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Amedê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Salih Nûh şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Em soz didin em ê xeta têkoşînê bidomînin. Çiqasî em li ser şehîdan biaxivin gotin têrê  nakin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê di oxira azadiyê de tiştên herî giran bidin.′′

Piştre endama qada civakî ya Kongra Star Xunav Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, deweta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmê tunekirina gelên herêmê armanc dike.

Ji hevalên şehîd Dildar Girê Spî Ebdurehman Mihemed got, ew ê heta serkeftinê şopdarên xeta şehîdan bin.

Her wiha hevala şehîd Dildar, Nûr Mêrzo jî helbesteke li ser şehîdan xwend.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Dildar Girê Spî bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.

(eş/bb)

ANHA