​​​​​​​Jinên Helebê: Fikrên Rêber Abdullah Ocalan zindî ne, Tirkiye nikare me jê dûr bixe

Jinên pêkhateyên kurd û ereb gotin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna wan berdewam e. Her wiha destnîşan kirin ku fikrên wî nemir in û misogeriya çareserkirina tevahî dozên nakok ên civakan e.

​​​​​​​Jinên Helebê: Fikrên Rêber Abdullah Ocalan zindî ne, Tirkiye nikare me jê dûr bixe
27 îlon, 2023   23:35

Ev 2 sal in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine girtin, tevî ku parêzer û malbata wî bi awayekî heftane daxwaznameyên hevdîtinê ji bo desthilatiya Tirkiyeyê dişînin, lê belê dewleta Tirk a dagirker daxwazên wan paşguh dike û bêbersiv dihêle.

Alîgirên Rêber fikrên Abdullah Ocalan û gelên azadîxwaz rojekê jî ji banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dûr neketin. Der barê vê mijarê de jî ajansa me nêrînên jinên pêkhateyên kurd û ereb girtin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

HEMÛ HEWLDANÊN TIRKIYEYÊ DÊ BI BIN BIKEVIN

Hîbe El Mihemed tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Divê rêxistinên berpirs destwerdanê bike û hesabê ji dewleta Tirk a faşîst bipirsin û tecrîdê bi dawî bikin."

Hîbe got dewlet û rêxistinên têkildarî ji ber berjewendiyên wan ên bi dewleta Tirk re, li hember tecrîdê bê deng in.

Hîbe diyar kir ku armanca girankirina tecrîdê, têkbirina îradeya gelên azadîxwaz û yên ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin û got: "Lê em ê bi şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan plan û daxwazên dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Hîbe wiha domand: "Tevî ku em fîzîkî jê dûr in lê belê fikrê wî di nav me de belav e û dê her zindî jî bimîne."

Her wiha, Elîsar Can der barê rola fikrê Rêber Abdullah Ocalan de di çareserkirina dozan de got: "Dewleta Tirk a dagirker difikire ku dikare bi rêya tecrîdê fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji nav gelên azadîxwaz derxe, lê belê divê ew bizane ku fikrê wî ji siyasetên wê bihêztir e."

HER KESÊ KU LI HEMBER BINPÊKIRINAN BÊDENG E EW HEVKAR E

Emîne bang li dewlet û rêxistinên berpirs kir ku zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin û tecrîdê bi dawî bikin û got: "Li gor pîvan û qanûnên navneteweyî divê êdî Rêber Abdullah Ocalan bi vî temenî li zîndanê nemîne. Dewletên ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bêdeng in, ew pê re hevkar in."

Emîne Elî soza domandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

FIKRÊ WÎ MISOGERIYA ÇARESERIYA DOZÊN CIVAKÎ YE

Semer El Elî jî destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan çareseriya dozên asteng ên civakan e û got: "Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin ji ber ku wî bi fikrê xwe hemû doz çareser kirin"

Semer wiha lê zêde kir: "Ew nikarin fikrekî wek ê Rêber Abdullah Ocalan qebûl bikin ji ber wê jî wan ew dîlgirt û tecrîdeke giran li ser dimeşîne."

Semer El Elî soza domandina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

(mh/şx)

ANHA