​​​​​​​Di topbarana li dijî gundewarê Eyn Îsayê de welatiyek şehîd bû û 2 birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hediriyat ê navçeya Hîşê ya rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin. Di encamê de welatiyek şehîd bû û 2 din birîndar bûn.

​​​​​​​Di topbarana li dijî gundewarê Eyn Îsayê de welatiyek şehîd bû û 2 birîndar bûn
27 îlon, 2023   16:00

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hediriyat ê navçeya Hîşê ya rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Omer Mihemed El Cewîd (35) şehîd bû, Mehfûz El Hemadî (30) û Mirêsî Enwer El Hemadî (32) birîndar bûn.

(şx)

ANHA