​​​​​​​Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Iraqê re xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyameke sersaxiyê ji hikumet û gelê Iraqê re şand û ji ber qurbaniyên şewata li holeke dawatan li Musilê, sersaxî xwest.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Iraqê re xwest
27 îlon, 2023   14:12

Rêveberiya Xweser di peyama xwe de got: “Hemwextî êşa me li hember gelên herêmê ku rûbirûyî karesatên xwezayî bûn me agahiya şewatê bihîst ku li holeke dawatan li Musilê şewat derketiye, di encamê de zêdetirî 100 kes jiyana xwe ji dest daye û bi sedan jî birîndar bûne.

Em xemgîn û xembar in. Sersaxî ji gelê Iraqê, hikumetê û xizmên qurbaniyan dixwazin. Ji wan re dibêjin, êşa me yek e. Şifayê ji birîndaran re dixwazin. Hêvî dikin ku xelkê me yê Iraqê vê felaketê derbas bike. Em hêvî dikin ewlehî û istiqrar li Iraqê pêk were.”

(şx)