​​​​​​​Ebdulselam Ehmed sûcên li Efrînê tên kirin ragihand Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê

Meclisa mafên mirovan a NY`yê li Cinevê li qeyda deng a nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Lubnanê Ebdulselam Ehmed guhdar kir. Ehmed balkişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîna dagirkirî.

​​​​​​​Ebdulselam Ehmed sûcên li Efrînê tên kirin ragihand Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê
27 îlon, 2023   14:08

Ebdulselam Ehmed got: “Ji 2018`an ve, dewleta Tirk a dagirker û milîsên cîhadî yên sûriyeyî, sûcên hovane li bajarê Efrînê yê kurdî kirin. Bajar topbaran kirin, beyî sedemeke qanûnî kuştin, revandin û sivîlên kurd ji malên wan koçber kirin.

Tirkiye li Efrînê demografiya wê diguhere, êriş şûnwarên dîrokî, çandî, olî yên kurdên êzidî kirin. gelek sivîl girtin û di girtîgehan de îşkence li wan kirin. Destdirêjî li jinan kirin, dizîn, zeviyên zeytûnê wêran kirin. Dar birîn û şewitandin. Bi finanseya komeleyên xêrxwaziyê yên girêdayî milîsên cîhadî yên tundraw, mêtingeh ava kirin.

Di encama wan sûcan de, piraniya niştecihên bajarê Efrînê yên kurd, koçber bûn. zêdetirî nîv milyon mirov bûn. Hin ji wan li kampa Şehbayê ne. Hin çûn dewletên derve. Li şûna wan jî xelkê ji Xûta Şerqiye, Hims û Hemayê hatine, di malên wan de hatin bicihkirin.

Ev sûc bi fermana hikumeta Tirkiye li dijî rêgezên bingehîn ên mafên mirovan û peymanên navneteweyî pêk tên ku divê Tirkiye pabendî wê bin.

Em ji meclisa mafên mirovan û desteyên NY`yê yên têkildar daxwaz dikin ku lêpirsîneke bilez têkildarî van sûcan dest pê bike, parastina sivîlnê Efrînê dabîn bike, fişarê li hikumeta Tirkiye bike ku ji axa Sûriyeyê ya dagirkirî vekişe.”

(şx)