Gundê Bêlûniyê yê Şehbayê hate topbarankirin: 4 leşkerên Şamê birîndar bûn-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bêlûniyê yê herêma Şehbayê topbaran kir. Di encamê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Gundê Bêlûniyê yê Şehbayê hate topbarankirin: 4 leşkerên Şamê birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
27 îlon, 2023   11:45

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran kir. Di encama topbaranê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

(fr)

ANHA