Erebistana Siûdî û Sûriyeyê tedbîrên erkdarkirina balyozan bi dawî kirin

Rojnameya ′Reî El Yewm′ texmîn kir ku, piştî Beşar Esed ji Çînê vegere, biryarên erkdarkirina balyozan di nava Şam û Riyadê de bên dayîn.

Erebistana Siûdî û Sûriyeyê tedbîrên erkdarkirina balyozan bi dawî kirin
27 îlon, 2023   11:58

Rojnameya ′Reî El Yewm′ ku agahiyên xwe dispêre çakvaniyên xwe li Şamê diyar kir ku Erebistana Siûdî û Sûriyeyê tedbîrên erkdarkirina balyozan li her du welatan bi dawî kirin.

Çavkaniyan got Şamê biryar da ku alîkarê wezîrê Karên Derve yê niha Eymen Sosan weke balyozê Sûriyeyê li Riyadê erkdar bike, lê der barê navê balyozê Siûdî ji bo Şamê tu agahî nedan.

Tê texmînkirin ku, piştî Beşar Esed ji Çînê vegere, biryarên jinûve erkdarkirina balyozan û vegerandian têkiliyên dîplomasî di nava Şam û Riyadê de bide.

(fr)